Hunergeha Welat - Li Herî Jorê
wêneyê hunermendî:ê 524 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hunergeha Welat - Li Herî Jorê

li jorê li herî jorê Botano
Esmerê xizêm şorê wa Esmerê
li Garê li hawirdorê Botano
çavbazê kezîmorê hê Esmerê
çeqelê van romiyan Botano
bê terqîn şandin gorê wa Esmerê

Ava Zê pir bi nav e Botano
ji bo neyar çirav e wa Esmerê
têk çû romya bêbav e Botano
paşpaşkî gavegav e hê Esmerê
kelaxên wan li ber tav e Botano
para wan mirina xav e hê Esmerê

Koro
Ava Zê gujeguj e
guliya Metîna ya kej e
Esmer berûya bej e Botano
çiya ji awiran diheje Esmerê
gurboz yek car dikuje Botano
rêya wan vajevaj e Esmerê
-

enya Gever bilind e Botano
da ber xwe ser û bin e hê Esmerê
şeşxanan qîj e û him e Botano
me û tirkan hirm e û gurm e hê Esmerê
şerê sîng û dewran e Botano
sîreg li hinav û sîngan e hê Esmerê

Memyanê min xweş siwar e Botano
lûla wî jê re yar e hê Esmerê
gurza Mem Kurêjar e Botano
çoga wan anî xwarê hê Esmerê
cewrên tirko bi hewar e Botano
li qesrê qareqar e hê Esmerê

Koro
segvanên nîşançî ne
serfir e mefer nîn e
werxelê çi xweş war e Botano
çeperê xwarz û xal e Esmerê
çar tilî qûçê wan e Botano
tirs mergê roviyan e Esmerê

Çavkanî: YouTube, hunergehawelat, 2023
Şîrove
logo
Bawer 24-06-2023 09:53:35
Hûnera Hûnergeha welat bi rastî gelek hêjayîye. Pîroz dikem û hîvîdarim li ser vê rêkê berdewam bin. Dest xweş ☀️

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?