Hunergeha Welat - Nazê Nêrgiza Hewşê
wêneyê hunermendî:ê 218 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hunergeha Welat - Nazê Nêrgiza Hewşê

Gur bû gur bû...
Agirê dilê min gur bû
Wek roka havînê zer bû
Zerkî ji perengên daran
Jê tê bêhna hinaran
Hinarê ji deşta xwarê
Gur bû gur bû ...
Wek roka havînê zer bû

Ba bû ba bû
Bayê payizê rabû
Ibrû şevê esmer bû
Kezî sorkî qemer bû
Sorkî ji hina hindê
Ez kuştim poz bilindê
Rûyê rindê wek findê
Ba bû ba bû ...
Ibrû şevê esmer bû

Sir bû sir bû...
Berf û seqem û sir bû
Kinê daneket tarê
Dilkê min hate xwarê
Ji kerba keça bajaran
Bajar bû wek qaqosê
Mame li benda buharê
Sir bû sir bû...
Berf û seqem û sir bû

Geş bû geş bû
Buhara li geliyan geş bû
Seyrana yara xweş bû
Nazê nêrgiza hewşê
Çav berda bû pismaman
Pismam fîtê mêra ye
Xewna min bû qosaqarê

Gur bû gur bû
Agirê dilê min gur bû
Wek roka havînê zer bû

*Muzîk: Mehmûd Berazî
*Gotin: Şêro Hindê
*Stranbêj: Şervan Badînî
*Deng: Mihemed Kınco, Rewan Temo, Hozan Wezîr, Evîn Elî, Yûsif Osman, Îvan Mihemed, Rozelîn Îbrahîm, Mihemed Şemdîn, Rewşen Îbrahîm, Barîn Reşo, Serxwebûn Zeyno, Kawa Xalid, Xeysa Hesen, Şevzan Mehmûd
*Çavkanî: Hunergeha Welat in YouTube
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?