Hunermendên NÇM - Agirê Newrozê
wêneyê hunermendî:ê 23 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hunermendên NÇM - Agirê Newrozê

Bihar ket Kurdistanê, hêlîna teyrê baz î
Li erdê şêr û piling, her dem bi gav û bez î
Li ser sînga Zagrosan, tu zinar lat û raz î
Li dor agirê Newrozê, tu stran tu awaz î

Hay hil ke û hil ke û hil ke agrê newrozê hil ke
De gur ke û gur ke û gur ke agir pîroz gur ke

Bihar ket xwezayê, tu baz î tu şahîn î
Li çar kenarê welat, nobedar parêzvan î
Tu şêrejina çeleng, cotê keziya dihejînî
Li dor agirê Newrozê, strana xwe dixwînî

Hay hil ke û hil ke û hil ke agrê newrozê hil ke
De gur ke û gur ke û gur ke agir pîroz gur ke
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î