Îskoyê Lezgî - Nermo
Gotinên Stranan
Îskoyê Lezgî - Nermo
Haw nerm e, nerm e û nerm e delalê Nermo ne li mal e,Haw nerm e, nerm e û nerm e, ser singa zeriyê çend xal e.
Min çevê belek şerm e, delalê Nermo ne li mal e,
Min çevê belek şerm e, ser singa zeriyê çend xal e.
Wez çûm derî dadayî, delalê Nermo ne li mal e,
Wez çûm derî dadayî, ser singa zeriyê ça delal e.
Qonco mal da paldayî, delalê Nermo ne li mal e,
Qonco mal da paldayî, ser singa zeriyê çend xal e.
Min pihênek lê dayî, delalê Nermo ne li mal e,
Min pihênek lê dayî, ser singa zeriyê çend xal e.
Şîrove