Jan Axîn - Bajar
wêneyê hunermendî:ê 137 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Jan Axîn - Bajar

Te got ezê herim welateke din, zeryayeke din
Helbet ji vîya çêtir wê bê dîtin bajareke din
Qey qeder e wî...
Dest diavêjim çi, bi pêsîra min ve dizeliqe
Û tê bêjî qey meyîtekî veşarte ye dilê min

Li ev bajarê beyar, wê hê pir bimîne hişê min
Rûyê xwe çawa diguherim li ku derê dinihêrim
Derdikevin pêşberî min xopanên reş ên jîyana min
Salên xwe malmîrat kirin
Min belasebeb kambax kir
Tuyê welaten din nebînî, wekî din zeryayantuyê nebînî
Û dev ji te bernade ev bajar, li eynî kûçeyan tuyê bigerî
Li eynî taxan tuyê pîr bibî
Li eynî malan tuyê por sipî bikî

Cihê tuyê herî û lê vegerî ev bajar e
Yekî din hêvî neke
Tu keştî, tu rê nînin ji te re
Li van quncikên biçûk
li van deran tuyê xwe malxerab bikî
Li hemû deverên cîhanê tuyê malxerab bimînî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?