Kale Atashi - Biryarî Yekî Ayar
wêneyê hunermendî:ê 60 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kale Atashi - Biryarî Yekî Ayar

Pengî xward mewcî deryay kirêkar
Dijî sermaye ewellî ayar
Sûr bû be xwênman şeqamî şaran
Şeqî bird qellay sermayedaran
Zincîrî konî hezaran salle
Depiçrrê û cadû hikumî betalle

Kirêkarîn, hatûyne meydan
Ellêyn her kare, însanî xullqand
Sed salle ellêyn, eme biryare
Biryarî rojî yekî ayare
Kirêkaranî cîhan yekgirin
Çerxî çarenûs le dest xo girin

Berhemhênerî bijêwî însan
Prolêtariyam çînî şorrişwan
Sed sall û sed car kewtim û hestam
Dîsan qaymtir hestam û westam
Şorrşî mezinî oktoberî xwênî
Şorrşî min bû rêbazî lênîn

Sall be sall zeynim roşintir ekem
Le bo raberî xom hazir ekem
Hemû sallêkîş ewellî ayar
Hellîdebijêrm gişt destkewtî par
Împiryalîzim û firset peristan
Ke pêyan wabû mêjûyan westand

Sinûrî namgrê leser em erze
Sermayedarî dênme lerze
Bilerzin geşe rûnake aso
Yekdegrîn le dewrî allay sûrî xo
Piştim bigirin û dest xene destim
Berew sosyalîzim rêrrew ebestim

Şî’ir: rêbwar
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î