Kamilê Temûr - Evdile Lawo
wêneyê hunermendî:ê 24 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kamilê Temûr - Evdile Lawo

Evdile lawo, havîn e dilê mi ra xweş havîn e,
Havîn e dilê mi ra xweş havîn e,
Wêrana dilêm kînekîn e,
Derxe lawo tu ser xaniya mesekine, rîşê şarê ser navmila xwe bade bihejîne, ax.
Evdile lawo, de tu were neçe pêşiya Nûra Silo,
Nûra Silo berê paşêda dawenû ye, qesasê serê mala me ye.
Evdile lawo, me tê sira sibê bayê bêderan e,
Me tê sira sibê bayê bêderan e,
Na wele wê lê dixe şûşa kulek û penceran e,
Dîsa şê û şêbiskê va şeva seran e.
Evdile lawê, par van çaxa, qereşivanê mala bavê mi bû,
Îsal pêra çava zozana, kekê mi porkurê ra ketiya dawan û doza.
Were zozan sed car zozan, îcar zozan,
Dayê mehrûmê de tu rabe cilê merekiya bavê sere ji boza.
Evdile lawo, de tu were neçe pêşiya Nûra Silo,
Nûra Silo qîzeke dawenû ye,
De hê baş jê ra qesasê serê mala me ye,
Wê derbekê Evdilê mi xe,
Evdile lawo, kulika bavê dilê dayika xwe.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?