Karapetê Mêlkon - Derwêşê Evdî
wêneyê hunermendî:ê 47 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Mêlkon - Derwêşê Evdî

Lo lo lo loy lo wey lo loy lo loy lo hey loy lo, lo hey lo, lo hey loy,
Talanê Edlê divê, ya wel xeyo Derwêşo, minê tu malekî zor î baş î dinyayê ji te navê,
O de wele minê ji te divê colekî miya, colekî deva, konekî çarde stûnî, stûna
nîvî ji darî darbenavê,
Ne mevê vegirin li kewkewî bi navberê kona binesiyê, pişta kona bidine çi-
yayê vê kitabê,
Minê rojanî îro adekê dayê li ber Rebê alemê,
Piştî Derwêşî Evdî lawikê êzîdî, ya ko binê tu kes navê,
Herê hey lo, lo lo lo hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo.
Loy loy loy loy, talanê Edlê dibê ya wel xeyo, wele minê ne male , bîle minê ne mêr e,
Talanê Edlê dibê ya wel Derwêşo, wele minê ne mal e, bîle minê ne mêr e,
Ne wez ê xweka heft bira me, dozde pismamî ji mala egîtan û di şêr in,
De rojê sê cara erke Derwêşê Evdî kinikê maqûla lawikê êzîdî, li kewkewî
mila nebînim,
Wele wez ê karim derêm serê girekî weke girê Hamûda kambax û serê dozde
bira, sêzde pismama, çarde biraziya bi doxa teşiya xwe veşêrim,
Herê hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo.
Loy loy loy loy û talanê Edlê dibê, ya wel Derwêşo, wele minê ye,
Ne mi go ji xêra mala Xwedê û paşayê keremê ra dilê min bixwesta,
De bila Derwêşê Evdî lawikê êzîdî kinikê maqûla bata bin konê Zor Temir
Paşayê Milî, tasanî avê ji ximşê, mi xezalê, mi karê bixwesta, sê adê li can û
cesedê mi keçikê ketiba,
Min ê cotê zer memikê xwe yê di ber de jêkirina, yekê li şûna tasanî avê, ya
dinê şûna fîncan qawê minê dagirta,
De wele li ser temsiya zêrî pêşberî Zor Temir Paşayê milî, egîd û fêrisî
pêlewanî Kîkanî û Milaniyê minê,
Ne mi go dîsa li ser tilî pêçiyê mamanî sosinî hêdî hêdî qedem bi qedem yavaş yavaş,
De migo dîsa min ê rawesta bidana desta,
Wele derdan û kul û meqsedê dinyalikê ew bû roja îro dilê mi de minê ji Rebê
xwe bixwesta,
Erê hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo.
Loy loy loy loy loy û talanê Edlê divê, ya wel xweyo, Derwêşo,
Bi serê bavê te kim, wez ê ne mi go wele ji Kîka ne kîkî me, ez ê ji Mila ne milî me,
De wele rojanî îro ne ji tirsa bav û birakê mi ra bûna, ji qala der û cînarî xirabê
gundê me yê heram ra bûna,
Ez ê rojanî îro biçûma xêvê binê beriyê bin konê Derwêşê Evdî, kinikê
maqûla, lawikê êzîdî rûniştama,
De wele gava xelqê bigota lê lê pitûlê tê çi kesek î,
Min ê bigota ez ê dosta lawikê, ne mi go dîsa dosta Derwêşê Evdî me,
De gava bigotina tê ji eslê feslê xwe ve çi kesek î,
Min ê bigota wez ê ji eslê bavê kal û cidê xwe da êzîdî me,
Hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?