Karapetê Mêlkon - Heyla Mîro
wêneyê hunermendî:ê 24 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Mêlkon - Heyla Mîro

Heyla mîro heyra, roja me diavêtî ji Martînê, ji Gumgumê, lo bi du rima,
De wele daye bejn û bala bavê her du siwarê ereb, ne mi go li misînan û gimgima,
Mîro heyra ji êvara Xwedê ve minê bala xwe dayêkê şayî ketiye nava koma neyara,
Wele qîrîn û şîn û girîn ketiye nava koma lo van xanima,
Mîro, heyla mîro were meçe Romê, mîrê min lo lo Rom xayîn e,
Na wele bextê Romê tune, wê Rom ê mîrê zirav maqûlê giran lo bixapîne.
Heyla mîro heyra, bejna mîrê mi zirav e gula lo diyara,
Heyla mîro qurban tê îtibara xwe neyne mijûlî û galegal û gotinê hemî lo
wext û gava,
Erê ji xêra mala Xwedê ra îro berê mîrê zirav nedana hebisxana Werziromê,
Herê bila bidana Kela Çixûrê nav Mala Şîgo, lo nav neyara,
Mîro, heyla mîro were meçe Romê, ax mîrê mi lo Rom xayîn e,
Wele bextê Romê tune, wê Rom ê mîrê zirav lo bixapîne.
Heyla mîro heyra, wezê naçime gundê mîrê minê lo wa bi co ye,
Heyla mîro qurban, minê ne mi go ji êvara Xwedê va bala xwe dayê,
Wele milê rastê xweş tê ne mi go dîsa şerqîna eskerê bolûkê nîzamê ye,
Wele minê li milê çepê rên çi pêrê,
Ne mi go xweş tê borîna şêrê sor, borîna Delû Qaso ye,
Lê ji xêra mala Xwedê ra îro ne mi go berê bavê Zibê nedana hepisxana Werziromê,
Erê bila bidana Kela Çixûrê nav mala Şîgoye were mîro,
Heyla mîro were, meçe Romê, mîrê mino Rom xayîn e,
Wele bextê Romê tune, wê Romê mîrê zirav maqûlê giran lo bixapîne.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?