Karapetê Xaço - Bavê Fexrîya
wêneyê hunermendî:ê 84 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Xaço - Bavê Fexrîya

Eman eman eman eman Bavê Fexiya, heyra çi delal î,
Wez ê çûme xopana Bolindê, tu ne li mal î,
Ez ê çûme Zivinga Zora li min û Bavê Fexriya, siwarê Gêjo, bûye xir û xalî.
Meyrê divê xanimê, kurkiriyê, berê Bavê Fexriya wele ketiye Beriya Hamûdê,
Gelo nav erbê lêvhildayî, wele divê mirina malik şewitî çêtir e ji vî halî,
Eman, eman, eman, eman fermanliyo,
Ez ê çi bikim Bavê Fexriya siwarê Gêjo, dîsa lo ji ebrê çû.
Eman, eman, eman Bavê Fexriya, heyra, bihar e lo xweş bihar e,
Wele divê Bavê Fexriya ji Zivingê derket li Gêjo siwar e,
Mi dî çavekî hate xirab e,
Balindê digo Heciyo, rabe ser xwe,
Bavê Fexriya siwarê Gêjo li Rasta Qêre ji milê çepê bi du gula birîndar e,
Eman, eman, eman fermanliyo,
Ez ê çi bikim Bavê Fexriya siwarê Gêjo, dîsa lo ji ebrê çû.
Eman, eman Bavê Fexriya heyran, mi go şer e bi min şer e,
Berê siwarê mala Nasir siwar bûne,
Wele Bavê Fexriya siwarê Gêjo tev e,
Meyrê digo Xanimê, kurkiriyê, berê Bavê Fexriya ketiye Beriya Hamûdê,
Bira temenîka wî li me be,
Eman eman eman fermanliyo,
Ez ê çi bikim Bavê Fexriya, bi Xwedê xeyîdiye, lo ji ebrê çû.
Eman eman Bavê Fexriya heyran, mi go ji înê heta înê,
Wele lingê Bavê Fexriya nagîje rêkêmê, destê wî nagire dezgînê,
Erê Meyremê digo Xanimê, kurkiriyê, tê rabe ber û memikê min bibire,
Here ji Bavê Fexriya siwarê Gêjo ra bavê vê birînê,
Eman, eman, eman fermanliyo,
Ez ê çi bikim Bavê Fexriya siwarê Gêjo dîsa xeyîdiye, lo ji ebrê çû.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?