Karapetê Xaço - Derwêşê Evdî
wêneyê hunermendî:ê 363 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Xaço - Derwêşê Evdî

Karapêtê Xaço - Derwêşê Evdî

Lê lê lê lê lê
Yalî Derwêşo
Wez ê ne bi mal û ne bi mêr im
Ez ê xuheke heft bira me
Birazîka dwazdeh pismaman, mîna şêr im
Gava li xêmê binê beriyê
Çav bi Derwêşê Evdî
Delalî dilê xwe dikevim
Ez ê her heft bira û her dwazdeh pismaman
Bi qalibê sabûna Reqê
Ez ê li serê Girê Hamûda şewitî bisekinim
Wele bi doxa teşiya xwe veşêrim
Haylo lo mêvano

De lê lê lê
Herê Derwêş digot: Lê lê keçê
Minê tu malekî zorî zafê ji te navê
Min ê ji te divê konekî reşî erebî
Bîst û çar stûnî mêr kûtanî darî ve navê
De vê sibekê meriv singê kona bikûte erdê
Berê kona bide tîrêjî tavê
Bi Xwedê min sûnd xwariye
Piştî Derwêşî Evdî delalî dilê xwe
Min kesekî dî navê hey lo lo hey lo

De lê lê lê hey lê
Erê keçikê digot: Lo lo Derwêşo
Bi Xwedê beriya binê Hamûdê bişewite
Berîke rast e dûz e
Divê pozê Evdilezîza şewitî bi ser de xûz e
Ramûsanê qîz û bûkên salê
Wele par vî çaxî ne pol bûn, ne pere bûn
Sala vê salê li min û Derwêşî dilê min
Zêrê alûze lo lo delalo hey lo lo hey lo ...

De lê lê lê hey lê
Erê keçikê digot: Hey lo lo Derwêşo
Xweska dilê min bixwesta
Bila Derwêşê Evdi delalî dilê mi ber derî mala bavê min bihata rawesta
Bila tasek avê ji mi nikêrî qozaxê ji min zeriyê bixwesta
Bi Xwedê min ê cotê zermemika bibiriya
Yekî li şûndî fincanê qehwê yekî li şûndî fincanê çayê
Erê, min ê di konê zerik paşa re ji Derwêşê hurin bigra biradesta
Ey meqseda dilê min gelek hebû minê ji rebê xwe bixwesta
De hey lo, lo hey lo, lo hey lo

De lê lê lê hey lê
Ey lo Derwêşo min go: Payiz e xweş payiz e
Lo lo malxirabo mi go: Payiz e xweş payiz e
De hatî mala bavê min mêvanekî pir ezîz e
Wezê nizanim vê êvarê çi layiqe çi cayîze
Ez ê ji delalî mala xwe re bînim hingivê zeriya, qeymaxê xîniya.
Wekî delalê mala me pê qayil nebû
Ez ê jê re bînim dimsa rêgedê, mewîjî babûçiya
Weke delalê malê pê qayil nebû
Ez ê jê re bînim sêvên meletê, purteqalên beyrûtê
Xurmekî Bexdayê, hejîrî çiyayê Şengalê
Eger delalê mala me pê qayil nebû
Wez ê nîvê şevanîpêşê cotê zermemikan bidime berê
De bila qasekî ji xwe re pê bileyize
De hey lo, lo hey lo, lo hey lo ...

*Çavkanî: Medya Civakî Mîrza (@TaOmeriya)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?