Karapetê Xaço - Hay Delal
wêneyê hunermendî:ê 56 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Xaço - Hay Delal

De herê hay delal, hay delal, ha delal, ha delal, hay delal, ha delal, ha delal,
Heseno pismamo, wezê çûme Geliyê Bedlîsê lawo, sekinîm li ser Pira Ereb,
Lo lo Heseno pismamo, wezê çûme Geliyê Bedlîsê hey lo lawo, wezê sekinîm
li ser Pira Ereb,
Minê pirsa Hesenê Mamê bavê Xelîl lawo dikir ji şivan û gavanê pezê celeb,
Digo lê lê Xana kurkurî û derbekî dane bejn û bala Hesenê Mamê bavê Xelîl,
Xwedê Xana porkur dîsa jê ra bûbû sebep delal.
De herê lo delal lo delal, lo delal, lo delal, lo delal, lo lo lo delal,
Lo Heseno pismamo, mi go wêlî sed car bi wêlî, dar û berê Şêx Eliyê Têlanê,
Li min û Hesenê Mamê bavê Xelîl lawo, bûne çadir û xiybet û xêlî,
Ez ê çûme xopana Geliyê Bedlîsê, minê pirsa Hesenê Mamê bavê Xelîl dikir,
Digo lê lê Xano kurkuriyê û şevê di vî çaxî derbekî dane bejn û bala Hesenê
mamê li bavê Xelîl û kum û kolosê ji xweşmêrî,
Wele birine Sêrta xopan dane destê dîsa bicebirînî delal.
De lê lo delal, lo delal, lo delal, lo delal, lo delal, lo lo lo delal,
Heseno pismamo, mi go dîsa, ji Mala Axê,
Lo lo Heseno o pismamo mi go dîsa ji Mala Axê,
Tê rabe, lawo şûr girêde vê sibêkê mertal pêre daxe,
Heker pirsa Hesenê Mamê bavê Xelîl ji min dikî,
Wele çûye mala Amedîsê file lawo, dîsa ji qonaxê la.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?