Karapetê Xaço - Hesenîko
wêneyê hunermendî:ê 129 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Xaço - Hesenîko

Hesen Hesen heyran
Dilê min ji te maho
Emê malê me barkirine zozanê jorî
Cem Rezaho
Heke Reza ji min pirsî
Bê minê Asê xwesto lo
Qelen daho
Melûlê Aso

Hesen heyran ji zozanê jorî
Heta vira
Gidî dibê xwîna sor rijiyaye
Ser kevira
Wele heta Hesenîkê min nebê xweyê
Ez nabêm bira
Melûlê Aso

Hesen heyran dilê min ji te maho
Emê malê bar kin herine zozanê jorî
Cem Rezaho
Herke Reza ji min pirsî bê
Minê Asê xwesto
Qelen daho
Melûlê Asê
Hesen Hesen heyran
Me Mûradê lo lem e lem e
Gidî dibê kelekvano
Lo li bextê te me
Gidî tê Hesenîkê min derbas kî
Le ava çemo
Gidî dibê wez kefîlê heqê te me
Melûlê Asê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?