Karapetê Xaço - Lê Dayê
wêneyê hunermendî:ê 32 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Xaço - Lê Dayê

Dere lê dayê, lê dayê, lê dayê, lê dayê, lê dayê, lê daye,
De here lê daye, Xato digo Silêmano lawo, dilê min rebenê lawo vê sibêke
dilek dîn e,
Digo tê neçe pêşiya sefîl tarişê Mala Faro û lawo ji Gaza Zenga ji çemê
Qubariya venegerîne,
Mi go Mala Faro û maleke ji ber û paş de dibê tivingçî ne,
Wê derbeke bejn û bala Silêmanê Mistê û li Brahîmê Mehmûdê xweşmêr wê
bixîne, dayê.
Dere lê dayê, lê dayê, lê dayê, lê dayê,
Xato digo Silêmano lawo, şerê çêbû Gaza Zengana lawo gelemper e,
Mi dî çend peyayê Mala Faro ketin Çiyayê Kolê,
Weza dêranê, xwe berdane gelo tevdîra şer e,
Îro derbekê lê dane bejn û bala Silêmanê Mistê li Brahîmê Mehmûd,
Lawo dibê Cemîl ketiye berê vê çardarê û çardara,
Silêmanê Mistê li Brahîmê Mehmûdê xweşmêr û heyla lawo, dîsa mirin xw û re.
Dere lê dayê, lê dayê, lê dayê, lê dayê, Xato digo Silêmano lawo,
Xwedê şer e lawo vê sibekê mi şer danî de giran e,
Eskerê Cemîlê Çeto ketin diyarî konê û hafa Çemê Memika aqarê Dîsanekê
lawo kitekitê siwara xwe berdane wiyalî alî,
Îro derbekê lê dane bejn û bala Silêmanê Mistê li Brahîmê Mehmûdî xweşmêr,
Divê lawo ketiye ber darî çardarê û çerdara Silêmanê Mistê Brahîmê
Mehmûdî xweşmêr,
Hey lo lawo dîsa bi xwe ra birine malî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?