Karapetê Xaço - Lê Lê Edûlê
Gotinên Stranan
Karapetê Xaço - Lê Lê Edûlê
Lê lê Edûlê mala bavê xirabê, rojka me avêtî dîkanî ne dûr e,Herê dibê şewq û şemalê didaye bejn û bala lê dîsanê te Edûlê,
Herê dibê berfa nîsanê daye xu badide sûl e,
De divê heft xuynê mêran û mêrxasa li bavî te bî,
Herê tê rabe ramûsanekê bi ser can û cesetê mi de berde,
Herê bedêla heft xwînî mêran û mêrxasa bi ramûsan qebûl e, lê lê lê oy oy oy.
Lê lê Edûlê de mala bavê xirabê, migo navê te şêrîne dîsa hefatî gula,
De divê bila heft xwînê mêran û mêrxasa li bavê te bî,
Ez ê bi çembilê Edûla xwe bigrim dîsanî birevînim,
Ez ê bavêjime mala Cemîl Axakê mîrê di Gurdila,
Herê em ê ji sibê heta êvarê bikin req û nêçîrê,
Herê êvara şevê em ê rûnên bikin agirî dara,
Herê serê sibê rabin bixwin goştê şalûra bilbila,hoy hoy oy oy oy.
Lê lê Edûlê ez ê qesem dikim navê Xwedê, ji ber serê te ranabim,
De eynî fermanê minê ji heft dewletê ecnebiya rabe,
De bila heft gerana xudana li ser serê min lêxin,
Pazde agirê mencenîqa li ser serê min dadin,
De bila heft bav û birakê te evdala Xwedê siwarê hespan û zîna bin,
De bila bi şûr û xencera li ser can û cesedê min lo peya bin,
Herê bila av û xwîna min temam di delavê Bêlacûka şewitî nava hev û di de rabin,
Ez ê qesem dikim wezê navê Xwedê devê xwe ji xala gerdenê, ay hinarê rûkê
te bernadim, oy oy,
Edûlê digo, de nabê nabê nabê nabê, heşaşo nabê,
De bila ava Xêbikê û Xêburê mala xweyî şewitî li neqeba min û te rabe,
De sabûna Humikê, Hulayê, Cizîra Botayê, Bexdayê,
Bila bive kef û bilincê pê de rabê,
Herê em ê herine ber avê di cemidî, hêja hinarî sorigulî bişon,
Herê dikim nakim ti car û ti carê kef û kunca devê te jê safî nabê, lo lo ho oy.
Şîrove