Karapetê Xaço - Lê Meyro
wêneyê hunermendî:ê 73 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Xaço - Lê Meyro

Lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê Meyro,
Lê lê Meyro, kurmalê migo serê xwe bişo avê merêj,
Lê lê malxirabê serê xwe bişo avê merêj,
Erê biska nava mila berde zirav û dirêj,
Wele minê sozekî da, neçe malê şekokê mêrê xwe ra mebêj,
Delalê, lê lê lê lê lê lê bermalê lê Meyro.
De lê lê lê lê lê lê lê Meyro, kurmalê,
Keçikê gundê me çûne ziyaretê,
Ez ê bi xulama bejna bilind kewa gozel, hêdî hêdî yavaş yavaş li pey me tê,
Welê sing û berê Meyroka mi bîna baxçe darê dor cinetê ,
Delalê, lê lê lê lê lê lê bermalê lê Meyro.
De lê lê lê lê lê lê lê Meyro, kurmalê,
Keçikê gundê me çûne çînê,
Wele sing û bere Meyroka min bîna şemamokê nava pembûya xalê sor û zer ketinê,
Erê mala bavê Meyroka min zîyareta har û dîna, min bavêjinê,
Delalê, lê lê lê lê lê lê bermalê lê Meyro.
De lê lê lê lê lê lê lê lê lê Meyro, lê lê Meyro kurmalê,
Mala Meyroka minê dike bar ke ji gund here,
Wele dike bê xatira ji mi bixwaze dîsanê dev nagere,
Herê keçikê digo lawiko, bi Xwedê minê sozekê dayê bi te ra,
Delalê, lê lê lê lê lê lê bermalê lê Meyro.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?