Kezîzera Xelo - Bavê Koroxlî 1
wêneyê hunermendî:ê 40 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kezîzera Xelo - Bavê Koroxlî 1

De hê wezê diyarî Mûşa şewitî ketim navî dara,
De wezê diyarî Mûşa şewitî ketim navî dara,
De vê sibê têlegrafekî ji Bavê Koroxlî hatiye dibê nizamê da, çima,
Perîşanê sê denga Perîxanê dikir gazî,
Digo lê lê porê serê mi te kur be,
Gava tiştek Bavê Koroxlî biqewime ez û tu mane çira,
Wey bavo, wey bavo,
De hê wezê diyarî Mûşa şewitî ketim navî genima,
De wezê diyarî Mûşa şewitî ketim navî genima,
Perîxanê sê denga Perîşanê dikir gazî,
Digo lê lê porê serê mi te kur be,
Bavê Koroxlî vê sibê sê gula birîndar e,
Biniya kanî nîzamê da çima,
De bejna Bavê Koroxlî dar e darê spîndar e, maqûlê çîçeka,
Wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo ax.
Axayo tu axa yî, way tu gula mala Emer î,
Way tu çira mala nemirî,
Tu berxê Mala Bavê Xêlit î,
Şera da fenanî serê Rostemî Zal î,
Wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo ay.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î