wêneyê hunermendî:ê 171 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Agirê Jiyan - Dîlan

Tev rabin ji bo dîlanê
Ev dîlaneke giran e
Dîlana me bi şoreşê ye
Dîlan rewşa şêran e

Çok bidin xwe bilerzînin
Dîlan barê mêran e
Dîlana me bi şoreşê ye
Dîlan bareke giran e

Bi hezaran şehîd dan
Rêça rizgar Kurdistan
Barê me bareke giran
Ji bo azadiya nîştiman

Kurdîno rabin dîlanê
Dîlan dîlana me ye
Ilmê Mamoste Lenîn
Lenîn li pêşiya me ye

Ava Dicle û Firat
Firat li benda me ye
Kurdino rabin xelas bûn,
Bi destê me ye
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?