Koma Amed - Jiyanek Nû
wêneyê hunermendî:ê 1024 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Amed - Jiyanek Nû

Em ji çiyan derketine dimeşin/ dimeşin li benda me serkeftin e
Tev hazir kin meşaleyan/ li ber deriyê bajaran
Ji bo şahiya azadiyê ref bi ref dîlan çêkin
Bê dawî ye jiyana me bê mirin e giyana me
Hûn alan ref bi ref rakin
Gel wê derkeve ji tariya tirsê/ gul zuha kin wê kaniya xwînê
Em ê herin ber agirê sefkeftinê/ jiyanek nû ava kin bi evînê
Dilên me ji hesinê sor çêbûne/ milên me bi çekên azad rabûn
Gerîla hêza jiyanê, şênahiya ber baranê/ bereket av û nanê me
Pêl ser pêl bidin bo gel/ diherike robar zeman şên dike rûyê zozanan
Gul wê pêl bi pêl vebin
Gel wê derkeve ji tariya tirsê/ gul zuha kin wê kaniya xwînê
Em ê herin ber agirê sefkeftinê/ aşitiyê ava kin bi evînê
Ba ji ku tê em jî ji wê derê tên/ roj ji ku tê em jî ji wêderê tên
Tev hazir bin bo mihrîcan/ mihrîcana me kedkaran
Wa dawiya zilimkaran tê/ gor bi gor vekin bo wan
Ne hêsane armanca me/ pir dijwar e şoreşa me
Em ê wê dor bi dor çêkin
Gel wê derkeve ji tariya tirsê/ gul zuha kin wê kaniya xwînê
Em ê herin ber agirê sefkeftinê/ armanc jiyaneke sosyalîst
Em ê herin ber agirê sefkeftinê/ sosyalîzmê ava kin bi evînê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?