Koma Azad - Serhildan
wêneyê hunermendî:ê 137 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Azad - Serhildan

Serhildan berxwedana me
Ji bo azadiya gelê me
Bela bû li gund û bajarê me
Ji bo xelasiya gelê me

Serhildan Cizîra Botan
Meskenê egîd û şêran
Dijmin tank û top dan ser wan
Nereviyan ji ber dijminan

Gelê Şêrnexê wan şer kir
Ala berxwedanê rakir
Navê xwe li dîrokê kir
Li cîhanê tev belav kir
Navê xwe li dîrokê kir
Li dinyayê tev belav kir

Serhildan ji bo niştiman
Wê rizgar bibe ji bin destan
Bi kuştin, lêdan û zindan
Bernadin doza Kurdistan

Serhildan berxwedana me
Ji bo azadiya gelê me
Bela bû li gund û bajarê me
Ji bo xelasiya gelê me

Gotin û Muzîk: Koma Azad
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?