Koma Botan - Roj Roja Me Kurda Ye
wêneyê hunermendî:ê 238 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Botan - Roj Roja Me Kurda Ye

Rojê tarî ronî kir, tîrêjên xwe belav kir
Li nav gewdê Rojava bi hezaran hembêz kir.

Roj roja me kurda ye, zilm û zor wê nemine
Çek û rextên YPG Rojava dixemilîne.

Ji xewna gel vejîn bûn, ji xwîna şehîd şîn bûn
Ji hilma dozê geş bûn, bûn artêş û bi hêz bûn

Roj roja me kurda ye, zilm û zor wê nemine
Çek û rextên YPG Rojava dixemilîne.

Hêviya jiyanê ne, şervanên aştiyê ne
Tîrêjên wê Rojê ne, ciwanên YPGê ne

Roj roja me kurda ye, zilm û zor wê nemine
Çek û rextên YPG Rojava dixemilîne.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?