Koma Çiya - Bûka Kurda
wêneyê hunermendî:ê 311 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Çiya - Bûka Kurda

Bûka Kurda ser bi xêlî
Dest bi hin û gul û zêrî
Rûniştiye li binê darê
Dike gazî û dinale

Kanê bilbilê dilê min
Qet çavê min pê nakeve
Bila bîskê were ba min
Bi baskê xwe min himêzke

Çavê bûkê li hêviya zava
Zava çûye serê çiya
Bûyê şervanê doza xwe
Dike gazî û dinale

Kanî gula nav dilê min
Tu qet naçî ji pêş çavê min
Xêlîyê rake ser serê xwe
Di gaziya şerê min tu were

Bûkê rabû xêlî rakir
Wa teslîmî bavê xwe kir
Tiving daye ser milê xwe
Ket nav refa artêşa xwe

Delalê min way ez hatim
Xêlî avêt çek hilgirtim
Ger tu bimrî ez jî bi te re
Bila xwîna me tevde here
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?