Koma Dengê Azadî - Keçikek Bi Çavên Wek Cihan
wêneyê hunermendî:ê 146 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Dengê Azadî - Keçikek Bi Çavên Wek Cihan

Min ji daran hezdikir rojên hanê
Keçikek bi çavên wek cîhan
Bostan digihan li bin tîna rojê
Min ji çaqilan hezdikir rojên hanê

Çawa bengiyê darê guzan bûm
Bengiyê rojan li coyên avê
Ew mezin bû ez zaro bûm
Keçikek bi çavên wek cîhan

Ev e li dawiya hemu şerê min
Jiyanê yek bi yek bi te dizanim
Lê fem dikim ku min wenda kir
Keçikek bi çavên wek cîhan

Helbest: Kemal Burkay
Muzîk: Mehmet Atli
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?