Koma Gulên Xerzan - Memet Kanî
wêneyê hunermendî:ê 36 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Gulên Xerzan - Memet Kanî

Lawko dîno Memet Kanî baxbostane
Wî de min ê pirekî çêkir bi destê van hostane
Min ê sondekî adekî pêre xwariye
Ez ê destê gede lawkê xwe bigrim
Paşê îznê bidim nav dostane

Were yeman yeman ax yeman gundo
Were eman eman ax lawko dîno

Lawko qurban kelekçiyo kelek kejî
Wî de min ê negot her û her gav newe neçe nesekine
Ber derê mala bavê min jî
Ez ê navê te nizanim ji ber eşqa dila.
Dibêjim tu zavengê ax bavê min jî

Were yeman yeman ax yeman gundo
Were eman eman ax lawko dîno

Lawko qurban bejinziravo ji hesino
Wî de min ê negot her û her gav newe neçe nesekine
Ber derê mala bavê mino
Ez ê navê te nizanim ji ber eşqa dila
Dibêjim tu zavengê ax dayka mino

Were yeman yeman ax yeman gundo
Were eman eman ax lawko dîno

Gotin û Muzîk : Gelêrî
Herem: Êrîwan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?