Koma Radyoya Erîvanê - Werne Civatê
Gotinên Stranan
Koma Radyoya Erîvanê - Werne Civatê
Hevalno werine civatê,Jê hildin merîfetê,
Şîrîn e nola şerbetê,
Hevalno werine civatê.
Civata me şîrîn e,
Mîna rama bibîne,
Ew bû eşqa wetîn e,
Hevalno werine civatê.
Civata me li jor e,
Em ê bistrên dor bi dor e,
Bûy eşqa Ordiya Sor e,
Hevalno werine civatê.
Civata me mezin e,
Bi defter bi xwendin e,
Xwendin bona mêr jine,
Hevalno werine civatê.
Şîrove