Koma Rewşen - Demek Kevnare
wêneyê hunermendî:ê 72 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Rewşen - Demek Kevnare

Demek ji demên kevnare hê înternet ne bû
Li zozanên laleşî xwezayek bedew hebû
Li ber çîtan meta xezal teşî di destande
Li wan çiyan dinêrî bi wan çavên kevnare
Ez jî hebûm du hêkên diziyê di lepê min de
Lê zarok bûm li dû nepena hêlîna kîvroşkê
Ez azad bûm di nav bêhna xwezayê de
Bê derew bûm ez jî hebûm
Neha nizanim neha nizanim
Neha nizanim çawa ye
Lê dizanim lê dizanim
Dizanim ku xelasî xweza ye
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?