Koma Rewşen - Zagros
wêneyê hunermendî:ê 106 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Rewşen - Zagros

Çewa wisa razaye
Li nav vê dola ewqas mezin
Dapîra toros û alpa
Vê biharê jî zaroyên xwe têr kir
Nizanim miriye an razaye

Bi vî laşê sar
Berikek spî li ser bejna wê
Dibe ku ji neviyên xwe xeyîdiye
Bi janên dîrokî
Bawerim ku hê bi hêviye

Delingê xwe ranekir
Ji Îskenderê zorkurnet
Ne biharan ne payîzan
Sîng û berê xwe venekir
Ji tîmûrê xwedî şûr

Ne tu rojan ne tu şevan ne tu caran
Talan û înkar û şeran ji me re dayik bû

Zagros zagros zagros zagros
Nasnameyek asî yî
Zagros zagros zagros zagros
Tu heyî tu ji me yî

Gotin û Muzîk: Harûn Ataman
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?