Koma Sê Bira - Ez Helandim
wêneyê hunermendî:ê 57 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Sê Bira - Ez Helandim

Ka ew soza te dabû min
Bêja ka tu li kûyî yara min
Agir berda te wî dilê
Çima nayê dilxwazya min
Agir berda te wî canê
Çima nayê mikana min

Ez helandim, ez helandim
Keçika seyda ez helandim
Bona eşka vî evînê
Hekîm, dixtor ez gerandim
Bona eşka vî evînê
Dixtor, hekîm ez gerandim

Dûa dikir min şev û roj
Carek dinê te bidîta
Dilê bavê te kevir bû
Te girt da welatê dûrda
Dilê bavê te kevir bû
Te girt da welatê ewda

(Dîsgotin)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?