Koma Wetan - Keçik Çima Ditirsî
wêneyê hunermendî:ê 115 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Wetan - Keçik Çima Ditirsî

Keçik çima ditirsî
Ne ez xort im tu qîz î
Sibê daweta min te ye
Dinê alem şade ye
Tu delala dilê min
Tu kulîlka ber bîna min
Sibê daweta min te ye
Dinê, alem şade ye

Sibê daweta min te ye
Erê erê delalê
Sibê daweta min te ye
Dinê, alem şade ye
Dara me xemiliye
Belê belê delalê
Ew dara mirazê min te ye
Dinê, alem şade ye

Dengê def û zirnê ye
Şabûn e, kêf e, reqas e
Sibê deweta min te ye
Dinê, alem şade ye
Xeliya delala min sor e
Şahî ye, govend e, dîlan e
Sibê deweta min te ye
Dinê, alem şade ye

Sibê daweta min te ye
Erê erê delalê
Sibê daweta min te ye
Dinê, alem şade ye
Dara me xemiliye
Belê belê delalê
Ew dara mirazê min te ye
Dinê, alem şade ye

Gotin û Muzîk: Gelêrî û Kerem Gerdenzerî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?