Koma Zerdeştê Kal - Barî Hey Barî
wêneyê hunermendî:ê 184 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Zerdeştê Kal - Barî Hey Barî

Barî hey barî baranek barî
Ewrê havînê
Baranê şil kir hey hey
Destmala dînê
Derdan ez kuştim hey hey
Derdê evînê

Barî hey barî baranek barî
Ewrê payîzê
Baranê şil kir hey hey
Destmala qîzê
Derdan ez kuştim hey hey
Derdê ezîzê

Barî hey barî baranek barî
Ewrê zivistanê
Baranê şil kir hey hey
Destmala canê
Derdan ez kuştim hey hey
Derdê jiyanê

Barî hey barî baranek barî
Ewrê biharê
Baranê şil kir hey hey
Destmala yarê
Derdan ez kuştim hey hey
Derdê vê yarê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?