Koma Zerdeştê Kal - Zimanê Kurdî
Gotinên Stranan
Koma Zerdeştê Kal - Zimanê Kurdî
Ez dengbêja Kurd im,W'ez carna bi kul û derd im
Zimanê min Kurmancî ye
Ez wî zimanî bernadim
De rabin de rabin
Qîz û xort tev rabin
W'ev dem dema we ye
Û bi hevdu re bi tifaq bin
Sazbend û dengbêj im
Ez kurmancî dibêjim
Bi Soranî û Zazakî
Ez bi Kurmancî dibêjim
Çavên wan bên derê,
Ez bi erebî nabêjim
Çavên wan bên derê,
Ez bi tirkî nabêjim.
(Dîsgotin)
W'ez dengbeja ciwan im
Ez temburê pir zanim
Kurdistan pirr xweş e
Rewşa wê ez zanim
(Dîsgotin)
W'ez hozana Kurd im
Soza mezin li vir didim.
Kurdistan ya me ye
Wê alî naberdim
(Dîsgotin)
Şîrove
Dr Radwan Mohamad
25-02-2021 06:19:15
Zimanê kurdî gelekî girîng e.<br>Spas ji bo van stranên xweş ♥️????