wêneyê hunermendî:ê 7510 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Lavîn & Seyda Perînçek - Awêne

Li me nemaye cewher
Wekî her difikirim
Ne tu heyî ne jî ez
Em bê hest û aqil in
Em bê hest û aqil in

Awêneya min tu yî
Çima ez dişibim te
Gava ku lê dinêrim
Çima ez xwe nabînim
Çima her te dibînim

Awêneya te ez im
Çima tu dişibî min
Gava ku lê dinêrî
Çima tu xwe nabînî
Çima tu min dibînî

Rengê min û te yek e
Jê nayê bêhna gulan
Ez reş bim tu spî be
Bila geş bibe jiyan
Bila geş bibe jiyan

Bi vê şerm û fedîyê
Em ê wisa biçin ku
Em çi bikin pirrengiyê
Ez bibim ez, tu jî tu
Ez bibim ez, tu jî tu

Xelk firiyan çûn hêyvê
Ez û tu man li vira
Em xizanê aqil in
Şerm e ji min û te ra

Bi vê şerm.. (Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek
Şîrove
logo
Vedat ipek 25-03-2023 07:10:42
Seet xweş mamoste, pir stranik xweş her bîjîn

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?