Lezgînê Dûko - Hey Lê Wayê
wêneyê hunermendî:ê 15 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Lezgînê Dûko - Hey Lê Wayê

Wey malîno evan hala, lo ne halek e,
Were evan hala ne halek e,
De bira xelqê Rebil Alemê jorê cem xwe lo lo qebûl neke,
A hezarê mi nemîne mala dê û bavê min we zanibe,
Kotiyê şindê mêra, hero, her gav, gav û saet li cem yek e.
Were kawliyê gundê me mezin e,
Wele şewitiyê gundê lo me mezin e,
Eman eman derd û kulê dinê lo para min e,
Were derd û kulê dînê lo para min e.
Hero her gav kutan, lê va kuştin, berdan lo halê min e,
Wey malîno bi ser me ra lo her felek e,
Wê fêza me da hêlîna teyrê sîmir e lo lo perbelek e,
Ezê bextê we da me însanê vê dewrê şîrê xav mêtiye,
Gere merî îtîbara lo xwe lê neke.
Wezê çûme sûkê lo lo sûke sar e.
Bêbextê mi ra ne tê, bes e gidî lo lo lo ne bazar e,
Heyfa mina tê jinê şev dikevine destê kotiyê mêra,
Hetanî êvarê desta feqîr û melûl e lo tengezar e.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î