Lezgînê Dûko - Şivantîyê Neke
wêneyê hunermendî:ê 12 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Lezgînê Dûko - Şivantîyê Neke

De were hero halê mi waha ye,
Vî kirasê canê mi eba ye,
Heft sala minê kula wez de bûme şivanê van evda ye,
Bûy xatirê çevê biriyê belek, zenda zer e, morî mircana,
Na wele bejn û bala te ye way.
Were kavilê gundê me serejêr e,
Şewitiyê gundê me serejêr e,
Wey malîno, kevir kuçikê wê bibûne dûzan û kêr e,
Xelqê ketiye pey mal û semenê dinyayê,
Ezê ketime pencerîkê cînara yeke malemêr e.
De were were were gede were were,
Derdê dila kul û lo tev keser e,
Ezê bextê te da me, Îşova paşê were.
Were dînê me derketiye hîva sara,
Bextê min û te ra wê ingiriye naçe ava,
Ez ê nifirekî bikim la şindê mêrê te bimre,
Wez ê dayika te ra lo bivime zava.
Wê me derketiye pilte ewrê reş î tarî,
Me derketiye pilte ewrê reş î tarî,
Wey kurmalê tenê çawa bejn û balê gul jê barî,
De bira arvanê te nemîne mala dê û bavê te da,
Wê destê te girtiye daye şimêdê mêrê kotî lo vî dewarî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î