Marûf Alan - Ay Dilê Min
wêneyê hunermendî:ê 93 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Marûf Alan - Ay Dilê Min

Dil ji min nakit xeyalan
Bûme perwana şemalan
Bêriya husn û cemalan
Ay dilê min ay dilo

Canfiritîm te nebinim
Deftera ‘işqê dixwînim
Serxoş û sekran û dîn im
Ay dile min ay dilo

Serxoş û sekran û mest im
Ef‘ayê eswed digest im
Sebr û aram çû ji dest’im
Ay dilê min ay dilo

Hêstirê’m barîn ji xwînê
Sotim ez derde evînê
Kes ji min nakit yeqînê
Ay dilê min ay dilo

Helbest: Feqiyê TEYRAN
Muzîk: Marûf ALAN



Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?