Mazhari Xalqi - Zulfit Be Qeditda Ke Perêşan û Bilawe
wêneyê hunermendî:ê 35 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mazhari Xalqi - Zulfit Be Qeditda Ke Perêşan û Bilawe

Zulfit be qeditda ke perêşan u bilawe
Emro le minî şifte aloz u be dawe

Boçî negirîm sed keretim dil deşikênî
Boç mey nerijê şûşe le sed lawe şikawe

Her coge u cobarê ke wa sûr u awêr bê
Cêy coşişî grîyanî mine xwên nerijawe

Her çende ke rûtim be xuda mayîlî rûtim
Bê bergîye ´îllet ke hetîw meylî hetawe

´umrêkî drêje ke be sewday serî zulfit
Sewda u perêşanim u sewdayekî xawe

Manî nîyetî quwetî teswîrî broy to
Ew qewse be destî mutenefîz nekişawe

Bê faydeye men´î min êstake le girîyan
Bo aşiqî bêçare zû ew awe rijawe

Nalî wekû zulfit ke muqîmî berî pête
Têkî meşikêne be cefa meyxere lawe

Helbest: Nalî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î