Mecîdê Silêman - Welatê Me Kurdistan e
wêneyê hunermendî:ê 78 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mecîdê Silêman - Welatê Me Kurdistan e

Welatê me Kurdistan e
Cîh û meskenê me Kurdan e
Welat ji mere ruh û can e
Millet hemî bira ne

Cîh û meskenê me Kurdan e
Temam baxe û bistane
Welat gul e gulistan e
Millet hemû birane

Welatê me pir şêrîn e
Merg û çem e û zevî ne
Qîz û bûke tev cindî ne
Eslê xwe da horî ne

Kurdistana me zeynet e
Cemata wî pir hurmet e
Temam qedr e û qîymet e
Welatê me cennet e

Gotin û Muzîk: Mecîdê Silêman
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?