Mecîdê Xalit - Herî Delal
wêneyê hunermendî:ê 41 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mecîdê Xalit - Herî Delal

Herî delal, herî delal, herî delal, herî delal, herî delal,
Lê lê dînê mi go, tasê spî wavê zelal,
Wezê dêrisa mala bavê te da dixwim, bibê şîrîn şerbet, helal û zelal,
Were narî narî narî narî narî narî narî emrêm canê,
Wezê kum û kolozê gede lawikê xwe dinêrim bi romanî.
Herî delal, herî delal, herî delal, herî delal, herî delal,
Ê lê dînê, mi go şev bû nîveka li şevê bû,
Emrê, mi go şev bû nîveka li şevê bû,
Bê wê ber serê mi mehrûmê Xwedê bû teqînek, bû reqînek, bû gemîne wa
xweşîn e,
De wê minê dî zerîkê ser mi ra sekinîbû,
Go rabe malxirabo, de wê kalbûnê xwe li te kar kir,
Cahilebûnê mala xwe cem te bar kir,
Qîzan û bûka dilê xwe te sar kir,
Were narî narî narî narî narî narî narî narî emrêm canê,
Wezê kum û kolozê gede lawikê xwe dinêrim bi romanî.
Herî delal, herî delal, herî delal, herî delal, herî delal,
Ê lê dînê mi go ava Lîzê têye ji Lîzê,
Emrêm, ava Lîzê têye ji Lîzê,
De wê pêlê avête ser pêlê, pêla wortê avête ser kevirê belqîsê,
Xwezila minê wî evdî dahatiyê mala xezûrê wî gund da ve,
Kubixekî hespanî siyar be malê dinê zorî zef e,
De bira pişta wê yalê mêra ne gel be, rojê danekî here mala xezûrê xwe,
De bira kêleka xwe bide kêleka baltûzê,
De bira pişta xwe bide pişta xesiyê,
Destê xwe têke nava çiftê zermemikê qîzê, pesnê xwe bide xwe bifire,
Were narî narî narî narî narî narî emrêm canê,
Wezê kum û kolozê gede lawikê xwe dinêrim bi romanî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?