wêneyê hunermendî:ê 33 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mecîdê Xalit - Heso

Hey lo lo şivano, şivano ha şivano,
Te wê nizam sole çermê gano,
Destê xwe di hevano, orta navmilê heft kulavê liva li berxano,
Tu şivanekî çar peran î, hedê devê bavê te nîn e,
Mi bixwazî, rê da keliyano ho keliyano,
Heyranê lê lê lê lê lê lê lê, heyran im, heyran im.
Hey lê lê keçikê, wezê ne şivanê çar pera me,
Wezê Heso me, Hesongê Silîvî me, xwedanê şûrê şê, ebayê besrayî me,
Serekê dozde şivana me,
Delaliyê wê hezar û hefsed malê Kîkan û Milî me,
Heyranê lê lê lê lê lê lê lê, heyran im, heyran im.
Hey lo lo şivano, şivano lo şivano,
Wekî tu dibêjî, wezê Heso me, Hesongê Silîvî me,
Xwedanê şûrê şê, ebayê besrayî me,
Wezê Xecê me, Xeca zerî me, xwişka melîkê Erfayê me,
Sibekî du serî berbanga sibê da, teşî xwediyê Mûşê va li ser pira Batmanê ser
biniyê me,
Heyrano loy lo loy lo loy lo loy lo heyran.
Hey lê lê keçikê wezê Heso me, Hesongê Silîvî me,
Xwedanê şûrê şê, ebayê besrayî me,
Serekê dozde şivana me,
Sibekê du serî berbanga şevê de wezê şûr û mertalê xwe va ser pira Batmanê
kaw û kubar sekinîme,
Îznê tu bixweze Rebê alemê, wekî hezar û hefsed mêrê mala bavê te lêxistinê hebin,
Wezê te zora şûrê xwe ramûsim,
Heyranê lê lê lê lê lê lê lê, heyran im, heyran im.
Hey la lo şivano, şivano wa şivano,
Êdî gilî te ne çêt e teye wanî çiyayê wanê ser mala bavê mi gulîbira Xwedê da gêr kir,
Çiqas paxilê mala bavê te hebû teyê temam haniye beramberî zêr kir,
Heyrano loy lo loy lo loy lo loy lo heyran.
Hey lê lê keçikê, agirê kulê beyta mala bavê ketê,
Îznê de bira Rebê alemê, wekî çiqa zêrê mala bavê te hebin,
Wez ê kilamê qedîm kim, beramberî kose misrê mi dernayê,
Heyranê lê lê lê lê lê lê lê, heyran im, heyran im.
Hey lo şivano, wezê te dinêrim, tê çiqasî pîs î bi,
Dev û lêvê te wisan e, reş e mînanê qalçikê kosî,
Hey lê lê keçikê, wezê ne pîs im,
Wezê wisa me mînanî şemdana Zor Temir Paşayê milî diteyîsim,
Heyranê lê lê lê lê lê lê lê, heyran im, heyran im.
Hey lo lo şivano, minê gazî Rebê alemê kiriye,
Bi bira îşev şev be şevşevî be, guhêra qiranê pezê te wa de di heriyê de,
De tu were pişt konê reş î erebî bide guhêrê bi,
Wez ê te ra daynim orxanê doşekê xwastûkirî bi hewcetê,
Quwetê qayîl bû bi hebkî qayîl nebûyî,
Wezê pêşkêşî nefsa canê te kim pêlika çiftê zermemikê çarde salî,
Heyrano loy lo loy lo loy lo loy lo heyran.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?