Mecîdê Xalit - Kondere Reşê
wêneyê hunermendî:ê 32 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mecîdê Xalit - Kondere Reşê

Were eman eman eman eman eman eman ax eman eman lê qonderereşê,
Êrê divê kewa gozel hatib bihurî,
Na wele kula dilê mi ra, xelqê delal hatibe bihurî,
Êrê divê pêşa dêre derbesayî kula dilê mi ra tevfitilî,
Were ta kafirî ta ewrezî, tu carekî ser milê çepê çevê rastê mi evdalê Xwedê lê
hal vegerî,
De eman eman eman eman eman eman eman eman lê qonderereşê.
Were eman eman eman eman eman eman eman eman eman,
Êrê dînê divê xaniyê mala bavê kewa gozel bi çardax e,
Na wele xaniyê mala bavê kewa kubar kula dilê mi ra lo xweş qonax e,
Wekî tê carekê mala bavê mi evdala xwedê bibî mêvandarî,
Wezê ciyê te daynim yalî odê,
Wezê cotê zermemika pêşkeşî nefsa canê te kim, xwe ra têr pê şa be,
Hetanî sibê wekî sibê radibî diçî welatê xerîba, de bira dilê te nemîne,
De eman eman eman eman eman eman eman eman lê qonderereşê.
Êrê dînê divê, wez nexweşa roja çara, wez nexweşa roja çara,
Wez bimirim roja înê, kevirê ber seriya mi evdalê Xwedê lo bîne xambeyara,
Meytê mi hilde bive ber derê mala bavê kewa gozel erd ke,
Wekî sibê kewa gozel radibe destê xwe pê sabûna bikilîcê dişo,
De wê dîsa bêje lo rehme roja te be,
De eman eman eman eman eman eman, ax eman eman lê qonderereşê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?