Mecîdê Xalit - Lê Edlê
wêneyê hunermendî:ê 34 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mecîdê Xalit - Lê Edlê

Lê lê lê lê lê Edlê, lê lê lê lê lê Edlê,
Edlê rabe sibe ye wî, mehrûm rabe sibe ye,
Şîrqeşîrqa derge ye, nêça nimêja te ye,
Lê lê lê lê lê Edlê, tew lê gidiyê can Edlê.
Edlê meşiya sivderê, mehrûm meşiya sivderê,
Edlê meşiya sivderê wî, delal meşiya sivderê,
Zêr dane ber kemberê, radimûsim te esmerê,
Lê lê lê lê lê Edlê, tew lê gidiyê can Edlê.
Mala Edlê neqebê, mala şêniyê neqebê,
Derdê Edla mi giran e lo, da ser derdê kezebê,
Lê lê lê lê lê Edlê, tew lê gidiyê can Edlê.
Edlê meşiya sivderê, mehrûm meşiya şêmûkê,
Zêr dane ber cênîkê, radimûsim te keçikê,
Lê lê lê lê Edlê, tew lê gidiyê can Edlê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?