Mehmedê Mûsa - Ahmedo Ronî
wêneyê hunermendî:ê 92 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmedê Mûsa - Ahmedo Ronî

Ahmedo Ronî, heyra, navê mi Besna ye,
Kuro gede, navê mi Besna ye.
Lê tilî pêçiyê mine marmûtî wa şima ye,
Lê sing û berê mi evdala Xwedê ji te ra koşk û seray û çîma ye,
Li berê xwe rûnê, pezê xwe ser da gêr ke,
Minê hemdê xwe te ra destûr daye,
Ahmedo lo lo loy lo loy lo loy lo loy lo loy lo lo lo lo loy lo,
Besnayê rebenê, lê lê tu reben bî lê lê.
Ahmedo Ronî, heyra, bira dê û bavê minê xêrê bikin,
De bira dê û bavê minê xêrê bikin, wayê qe nevînin,
Wez ê çawa nedam Ahmedê kurê Barî mal di gund da min dil tê da,
Wezê dame gede kurapê xwe, çepelî mêra, xwedanê heft jina, heftê salî,
Wezê pêra bala xwe didimê zo fere diran tune dêv da,
Ahmedo lo lo loy lo loy lo loy lo loy lo loy lo lo lo lo loy lo,
Besnayê rebenê, lê lê tu reben bî lêlê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?