Mehmedê Mûsa - Bêrîvanê
wêneyê hunermendî:ê 38 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmedê Mûsa - Bêrîvanê

Bêrîvanê, Bêrîvanê, Bêrîvanê, Bêrîvanê hêê ê, hê ê ê, hê hê û hê,
Çevreşê tûrgiranê, roja me derketiye ji alî Wanê,
Şewq û şemalê daye bajara, bajarê Erdexanê,
Minê şarekê ji Bêrîvana xwe ra kiriye Paxirmadenê,
Sêsed quriş daye rişîyê şarê da badanê,
Wezê ketime li wê heyrê, Bêrîvana mala mine,
Biçûk e, zarûk e, ne bilan e,
Bikeve heyra xwe, şarêgirêdanê Bêrîvanê,
Hêhê êê, hê hê ê ê, hêhê ê êû,
Çevreşê tûrgiranê,
Serê bêrîvana temam jê ra bi qurbanê,
Bêrîvanê hêê ê, hê ê ê, hêhê û.
Bêrîvanê divê kuro gede ye,
Bêrîvanê gundê me çil û çar in çarde ne, sê qefle ne,
Were neçe pêşiya qefla pêşîn, qîz in qîz gune ne,
Neçe pêşiya qefla navîn, jinebî ne bi gazin in bi lome ne,
Were here pêşiya qefla paşiyê bûkê salê ne dildost in,
Dev bi ken e, zar şîrîn e, li mêrê xwe bi mene ne,
Bêrîvanê hêhê êê, hêhê ê ê, hêhê ê ê û,
Çavreşê tûrgiranê,
Serê bêrîvana temam jê ra bi qurbanê,
Ay Bêrîvanê hêê ê, hê ê ê, hêhê û.
Bêrîvanê divê kuro gede ye,
Bira Bêrîvanam dilêm dilekî dîn e,
Sebebê mi Bêrîvana mi xêrê bike wayê qe nevîne,
De bira ji kulfetê mala bavê Bêrîvanam çarde neferan tek tifalek jê bimîne,
Ew tifal jî kor be, ji bînaya çava mehrûm be,
Qismetê wî ji erd û esmanî birî be,
Qismetê wî ser pişta gamasî be,
Li binê bera bêbinî be,
Balîvê ber serê wî kevir be,
Doşeka wî erd be,
Roja ku ew tifala bimre dahilê erdê kin,
Li roja mahşerê li ber mêzîna xêr û guna, li hezar tilî pêçî dikeve,
Ez ê li wê derê dewakara xêrî îmana wî me,
Bêrîvanê hêhê êê, hêhê ê ê, hêhê ê ê û,
Çavreşê tûrgiranê,
Serê bêrîvana temam jê ra bi qurbanê,
Ay Bêrîvanê hêê ê, hê ê ê, hêhê û.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?