Mehmedê Mûsa - Dîlberê
wêneyê hunermendî:ê 31 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmedê Mûsa - Dîlberê

Lê dîlbere, lê dîlberê,
Nav şîrînê, dev şekirê,
Zulfiya zerê û gerden zerê,
Tu ji eywanê bi derkev derê,
Te li piştê xas kemberê,
Dêre li piştê bû qeynterê,
Dilê xorta kir kederê.
Dîlber min dîtibû payîzê,
Ba lêdixe û belgê gûzê,
Xew xweş bûye paşila qîzê.
Lê dîlbere, lê dîlberê,
Nav şîrînê, dev şekirê,
Zulfiya zerê û gerden zerê,
Tu ji eywanê bi derkev derê,
Te li piştê xist kemberê,
Dilê xorta kir kederê.
Lê dîlberê, lê dîlberê,
Dîlber min dîtibû biharê,
Ba lêdixe û belgê darê,
Xew xweş bûye paşila yarê.
Lê dîlbere, lê dîlberê,
Nav şîrînê, dev şekirê,
Zulfiya zerê û gerden zerê,
Tu ji eywanê bi derkev derê,
Te li piştê xas kemberê,
Dilê xorta kir kederê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?