Mehmedê Mûsa - Eyşana Mîrze
wêneyê hunermendî:ê 28 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmedê Mûsa - Eyşana Mîrze

Were li min, li min, li min, li min, li min, li min, li min, li min, li min,
Xirxopanê xopan ketim bi gogila,
Destê gulekê avîtiye, koma paşîn hatiye, li ser pêşiyê difetile,
Minê go Eyşanê ha Eyşanê, serê xwe dernexe kirko konê reş î erebî ra,
Ele Keçelî bextê te ra, nêçîrvan e gulekî berî bedena Eyşana Mîrze daye,
Para qetandiye xemila bi por e, ji pêra şûşa neynûkê kutaye, kevçika dila ye,
Li minê, li min, li min, li minê, li min, li min, li min, Eyşanê ha Eyşanê,
Kelma şîrîn xeberdanê, li bûka mala giran, bûka mala Celaliyanê.
Were li min, li min, li min li min, li min, li min, li min, li min, li min,
Xirxopanê xopan ketim çi tifaqa li ser tifaqê,
Berfekî barî êvara Xwedê da avêtiye ber mîsaqê,
Minê go Eyşanê ha Eyşanê, serê xwe dernexe kirko konê reş î erebî ra,
Ele Keçelî bextê te ra, nêçîrvan e gulekî berî bedena Eyşana Mîrze daye,
Para qetandiye xemila bi por e, ji pê ra qetandiye cote torê ber xeneqê,
Li minê, li min, li min, li minê, li min, li min, li min, Eyşanê ha Eyşanê,
Kelma şîrîn xeberdanê, bûka mala giran, bûka mala Celaliyanê.
Were li min, li min, li min, li min, li min, li min, li min, li min, li min,
Xirxopanê xopan ketim perê saza, xweş tê quling sewtê qaza,
Minê go Eyşanê ha Eyşanê, serê xwe dernexe kirko konê reş î erebî ra,
Ele Keçelî bextê te ra, nêçîrvan e gulekî berî bedena Eyşana Mîrze daye,
Îro sê roj û şev e xirxopanê xopan xalî nabe, meyta ji cinyaza,
Li minê, li min, li min, li minê, li min, li min, li min, Eyşanê ha Eyşanê,
Kelma şîrîn xeberdanê, ser heyfuka mala giran, bûka mala Celaliyanê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?