Mehmedê Mûsa - Kejê Gulîsorê
wêneyê hunermendî:ê 30 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmedê Mûsa - Kejê Gulîsorê

Eman, eman, eman, eman, eman kejê gulîsorê,
Berfekî barî çiyayê gundê me dixitimand,
Bedewê lê, Salihê kurap bi tara mala canika xwe dielimand,
Bedewê lê, simbêlê Salihê kurap sor e sîsel, rûngê minê xirtexala dineqişand,
Bedewê lê, eman eman kejê gulîsorê,
Şêniya gunda, mihbeta her du dila, wez û tu ne bedewê lê lê.
Eman, eman, eman, eman, eman kejê gulîsorê,
Xwezila Salihê kurap derê mala bavê mi biqesiliya,
Bedewê lê lê, li tasa avê sar cemidî min bixwesta,
Bedewê lê, li sê qesem li can û cesedê min ketibûya şûna tasê avê sar cemidî,
Minê cotê zer memika kerem kira bida desta,
Eman, eman, eman kejê gulîsorê,
Şêniya gunda, mihbeta her du dila, wez û tu ne bedewê lê lê.
Eman, eman, eman kejê gulîsorê,
Çiqa misheb û kitêbê dinyalikê hene serê gişka, welifbê ye,
Bedewê lê, lê çiqa miletê ereb heye da radibe du rika limêja sibê ye,
Dînê lê de tu were ramûsanekê ji tirtexalî gerdenê pêsira tiştîrî mi kerem ke,
A cinet cihme her cî milkê xwedê ye,
Bedewê lê, eman eman kejê gulîsorê,
Şêniya gunda, mihbeta her du dila, wez û tu ne bedewê lê lê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?