Mehmedê Mûsa - Keko Lo
wêneyê hunermendî:ê 48 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmedê Mûsa - Keko Lo

Ê bi Emê rebenê, Emê rebenê, keko lo, keko lo li me biriyano,
Li koşka Senemê xopan ketim bi binik e,
Li koşka Senemê xopan ketim bi binik e,
Li konê Feq Ûsivê reşkalî malê, konekî çarstûn î pêncpalik e,
Kê diye kê bînaye heft mêrê malekî here şera li dawa ye,
Yek bifikire şerê birê biçûk li xwe ke,
Keko lo, a keko lo li me biriyano.
Ê de Emê rebenê, Emê rebenê, keko lo
Li koşka Senemê xopan ketim kaniya qîrê vê qetranê,
Li koşka Senemê xopan ketim kaniya qîrê vê qetranê,
Lê kesekî xwedanî xêra tu nîn e,
Kaxizekî reşeveke bişîne beleka Girîdaxê wê Qorxanê,
Heqê Elo selemî siyara dengekî kire gazî, wa destê Silekafirê,
Digo derê do nîvro da li mi qelandiye dengê dengbêja,
Tilî û pêçiyê bilûrvana,
Na wele ser navê Quranê keko lo, keko lo li me biriyano.
Ê de Emê rebenê, Emê rebenê keko lo,
Li koşka Senemê xopan ketim bi binik e,
Li konê Feq Ûsiv reşkalî malê,
Lê konekî çarstûn î pêncpalik e,
Feq Ûsivê reşkalê malê dengekî bazen Silekafirê kire gazî,
Digo pêşiya peşkoçiyê min berdaye qeranê pezê mi germê da hinda ye,
Zerik e keko lo a keko lo li me biriyano.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?