Mehmedê Mûsa - Lê Yeman
wêneyê hunermendî:ê 32 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmedê Mûsa - Lê Yeman

Were lê yeman, lê lê yeman lê yeman, lê lê yeman lê yeman, yemano tu yeman î,
Evdêl digo Şêx Silê qurban Şam Helebê, ji tera gobeka vê dinyayê,
Îro sê ro sê şevê min e wezê diqîrim naqîrim dengê mi dernayê,
Wezê nebexelqê bişînime mala de axa lê bira me ra dermanekî bîne,
Wezê bixwim biqîrînim, dengê mi here qîz û bûkê xerîbê melê vê Bexdayê,
Erê lê yeman, lê lê yeman lê yeman, lê lê yeman lê yeman, lê yemano zemano
tu yeman î.
Were lê yeman, lê lê yeman lê yeman, lê lê yeman lê yeman, zemano tu yeman î,
Şêx Silê divê Evdal qurban xebera te ye Şam Helebê, dijibêre goveka dinê,
Şêx Silê divê Evdal qurban xebera te ye Şam Helebê, dijibêre goveka dinê,
Li zozanî taxa hêşîn bûne seva dilê min û te ra, pêda pêda xu ketinê,
Gelî cimaetê bûna Xwedê û şebur,
Evdalê Zeynikê û derlingê Evdalê peritî delal ji Entabê hatiye welatê ecem e,
Rizqê xwe naxwaze ji Rebê alemê,
Rizqê xwe dixwaze Mala Şero besta vê torinê,
Here lê lê yeman lê yeman, lê lê yeman lê yeman, lê yemano zemano tu yeman î.
Erê lê yeman, lê lê yeman lê yeman, lê lê yeman lê yeman, zemano tu yeman î,
Evdêl digo Şêx Silê qurban wele kin im, ne dirêj im,
Ta rihana dera hana devê geliya bihar bihar reng awaza xwe davêjim,
Gelî cimaetê bûna Xwedê û Şê Evdê,
Heçî li cimaeta Evdalê Zeynikê rûnê,
Bira Şex Silê nebê ez dengbêj im,
Lê yeman lê yeman, lê lê yeman lê yeman, lê yemano zemano tu yeman î.
Were lê yeman, lê lê yeman lê yeman, lê lê yeman lê yeman, zemano tu yeman î,
Şex Silê divê Evdal qurban, xebera te ye, tu ne kin î, ne dirêj î,
Ta rihana dera hanê devê geliya bihar bihar reng awaza xwu davêjî,
Gelî cimaetê bûna Xwedê û Şê Evdê,
Minê Hesenê Evdalê Zeynikê dengbêjê mîran û heft deman e,
Hûn nebêjin kalekî dizîkan li ber tendûra qelibî qelî bêje,
Lê yeman lê yeman, lê lê yeman lê yeman , lê yemano zemano tu yeman î.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?