Mehmedê Mûsa - Yar Yar Tirkê
wêneyê hunermendî:ê 23 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmedê Mûsa - Yar Yar Tirkê

Lê yarê bi yar ya tirkê,
Lê dostê bi dosta tirkê,
Kember zîva kember zêra û ket kêlekê,
Hez dikim xala bi qirikê,
Radimîsim pozî bi şirikê,
Dil ketiye eniya bi deqandî,
Hez dikim tûncika bi qusandî,
Sê silava li xala qirikê.
Lê yarê bi yar ya tirkê,
Lê dostê bi dosta tirkê,
Yar yê mi dî li hewşa mezin,
Dostê mi dî li hewşa mezin,
Dest bi hine heya bazin,
Keçik digrîn mi naxwazin.
Lê yarê bi yar ya tirkê,
Lê dostê bi dosta tirkê,
Kember zîva kember zêra û ket kêlekê,
Hez dikim xala bi qirikê,
Radimîsim pozî bi şirikê,
Dil ketiye eniya bi deqandî,
Hez dikim tûncika bi qusandî,
Sê silava li xala qirikê.
Lê yarê bi yar ya tirkê,
Lê dostê bi dosta tirkê,
Yar yê min dî sêlê tîne,
Dostê min dî sêlê tîne,
Şeşbaxîka vediweşîne,
Kişmişa diqelîne, êlxata pê dixapîne.
Lê yarê bi yar ya tirkê,
Lê dostê bi dosta tirkê,
Kember zîva kember zêra û ket kêlekê,
Hez dikim xala bi qirikê,
Radimîsim pozî bi şirikê,
Dil ketiye eniya bi deqandî,
Hez dikim tûncika bi qusandî,
Sê silava li xala qirikê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?