Mehmet Atli - Gula Dil
wêneyê hunermendî:ê 72 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmet Atli - Gula Dil

Rêwîyê rêyek xerîb im, bilbilê baxek bîyanî
Ez kilê çavê te me, tu êşa dil dizanî

Rojên bête bêmirûz in, tim hişyar e kela dil
Rojek sar e, rojek germ e, vî agirî sot bilbil

Te deng birin, reng nemane li hawirdor
Dilê bilbil çilmisî, gul xemilî bi xwîna sor

Rêwîyê rêyek dûr im, bi hêvî û bê şûr im
Ey strana del û dîn, ez kulkêşek pispor im

Ey gula dil gula dil, ey lê gulê gula dil
Ez bilbilek evîndar, tu zanî bi kula dil


Helbest: Mazhar Kara
Muzîk: Mehmet Atlı
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?